Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Mîrê Êzidiyan re civîya, Mesrûr Barzanî ji bo Mîrê Êzidiyan: Em pabend in bi piştgirîkirina maf û daxwazên we.
Êvara îro duşem 26yê Çiriya Pêşînê, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li navçeya Şêxan serdana Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyan, kir.
Di dîdara ku Şêx Elî Îlyas Baba Şêxîyê Êzidiyan û hejmarek ji zilamên olî û kesayetiyên Êzidî amade bûn de, rewşa Êzidiyan hate nîqaşkirin û serokê hikûmetê pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piştgirîkirina maf û daxwazên Êzidiyan dubare kir.
Mîrê Êzidiyan spas û sipasiya xwe û ya Êzidiyan ji bo piştgiriya berdewam a serokê hikûmetê derbirî.







