Neçîrvan Barzanî bi Ştefan Vênt, berpirsê nû yê nivîsgeha têkiliyên Yekîtiya Ewropayê re civiya û di civînê de Neçîrvan Barzanî spas û pêzanîna xwe ji hevkari û hemahengiya domdar a Yekîtiya Ewropayê bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda de derbirî.
Nîvroya îro sêşem 6ê Çirîna yekemê, Neçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Ştefan Vênt, berpirsê nû yê nivîsgeha têkiliyên Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê kir.
Di dîtinê de, serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Vênt kir ji ber dest bi karê xwe kirinê û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest; herwiha piştgiriya xwe ya hemû alî ji bo serxistina erkê wî dubare kir. Di heman demê de, spas û pêzanîna xwe ji hevkari û hemahengiya domdar a Yekîtiya Ewropayê bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda de derbirî.
Ji aliyê xwe ve, Vênt kêfxweşiya xwe ji dest bi karê xwe kirinê li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê bi girîngî li têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re û aramî û îstiqrara wê dinêre; herwiha amadebûna Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşxistina bêtir a têkiliyan û firehkirina asta hevkariyê ya hevbeş derbirî.







