Endamê Lijneya Yekkirina Perwerde û Xwendina Bilind ragihand, ji bo sala xwendinê ya îsal xwendekarên Zanîngeha Rojava di bin navê "Komleya Kolejên Qamişlo" de li Zanîngeha Fûratê tên qebûlkirin, di heman demê de Zanîngeha Kobanê jî bi Zanîngeha Helebê ve tê girêdan, ji bo parastina nasnameya wan a akademîk.
Ehmed Murad, endamê Meclisa Gel û endamê Lijneya Yekkirina Perwerde û Xwendina Bilind li Rojavayê Kurdistanê, ji bo (Kurdistan TV) ragihand: Ji bo sala xwendinê ya îsal, xwendekarên Zanîngeha Rojava di bin navê "Komleya Kolejên Qamişlo" de, ku dê girêdayî Zanîngeha Fûratê be, tên qebûlkirin û ev rêkar jî heta wê demê berdewam dike ku bi awayekî fermî "Zanîngeha Hesekê" bê damezrandin.
Derbarê Zanîngeha Kobanê de jî amaje kir ku navê "Komleya Kolejên Kobanê" dê bê bikaranîn, ku dê girêdayî Zanîngeha Helebê be.
Ehmed Murad piştrast kir ku ev gavê nû ji bo parastina taybetmendî û nasnameya akademîk a herdu zanîngehan hatiye avakirin.







