Wezareta Awqaf û Karên Dînî ragihand ku mezûnên perwerdehiya îslamî ya girêdayî vê wezaretê dikarin li zanîngehên Kurdistanê, li gorî pisporî û rêça xwe, xwendina xwe bidomînin.
Roja sêşemê 27 Cotmehê 2026, Wezareta Awqaf û Karên Dînî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Bi razîbûna Encûmena Wezîran a Kurdistanê, piştî şopandin û tekezên domdar ên wezîrê Awqaf û Karên Dînî û piştî lidarxistina çend civînan bi aliyên têkildar re, nameyek fermî ji bo hemû zanîngehên Kurdistanê hat şandin da ku razîbûna xwe ji bo qebûlkirina mezûnên perwerdehiya îslamî ya girêdayî vê wezaretê, li gorî pisporî û rêça wan, ragihînin.
Di vê daxuyaniyê de ji serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên têkildar ên ku ji bo parastina mafên mezûnên perwerdehiya dînî û gihiştina vê biryara pêwîst ji bo berjewendiya xwendekaran hevkarî kirine, spasî hatiye kirin.
Di dawiya daxuyaniya Wezareta Awqaf û Karên Dînî de, hemû xwendekarên ku li zanîngehan tên qebûlkirin hatine pîrozbahîkirin û ji bo wan serkeftin û serbilindî hatiye xwestin.







