Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku lîsteya mûçeyê mehê Çiriya Pêşîn (meha 10) û raporta balansê ya pêdaçûna mehê Îlonê (meha 9) hatine şandinê Bexdayê û îro radestî Wezareta Darayî ya Iraqê tên kirin.
Wezareta Darayî û Aboriyê ragihand: Lîsteya mûçeyê mehê Çiriya Pêşîna karmend û mûçexwarên Herêma Kurdistanê, ligel raporta balansê ya pêdaçûna mehê Îlonê, ji aliyê tîma teknîkî ya wezaretê ve hat şandinê Bexdayê.
Wezareta Darayî herwiha îşaret bi vê yekê kiriye ku biryar e îro pêncşem, bi awayekî fermî, lîste radestî Daîreya Hesabên Wezareta Darayî ya Federal bêne kirin.







