Herdu wezaretên Elektrîkê û Samanên Xwezayî ragihînin ku hilberîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê ji bo çar rojan kêm dibe.
Wezareta Elektrîkê û Samanên Xwezayî îro êvarê, rojê pêncşemê, di daxuyaniyekê hevpar de ragihand: Ji saet 12ê îşev ve, ji bo çar rojan, Şîrketa Danagaz dest bi qonaxa duyemîn a çaksaziyê dike.
Wan ragihand: Di van çar rojan de, hinardekirina gazê ji 520 milyon pê sêcê heya 260 milyon pê sêcê kêm dibe, û bi vê yekê hêza elektrîkê bi 1070 megawatt kêm dibe.
Di daxuyaniya hevpar de herwiha hat: Di van çar rojan de, herdu wezaretên Elektrîkê û Samanên Xwezayî dê hemû hewla xwe bidin da ku bandora herî kêm li ser demên dabînkirina elektrîkê hebe.
Herwiha hate piştrastkirin ku ev kêmbûn di van çar rojan de bandorê li ser kêmbûna gaza şil a malbatan nake.







