Heyetek payebilind ji Wezareta Karê Hundir a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Dr. Hêmin Mîranî, rêveberê giştî yê dîwana wezaretê, serdana serokatiya Zanîngeha Selahaddinê kir.
Di vê serdanê de, ku bi armanca xurtkirina hevkariyên stratejîk hate kirin, heyeta Wezareta Karê Hundir ji aliyê Dr. Kamran Yûnis, rektora Zanîngeha Selahaddinê, û kadroya zanîngehê ve hate pêşwazîkirin.
Mijara sereke ya civînê, sûdwergirtina ji şiyan û ezmûnên akademîk ên zanîngehê ji bo pêşdebirina stratejiya reformên polîsên Kurdistanê bû. Di heman demê de biryar hate dayîn ku bernameya perwerdehiyê ya fakulteyên polîsên Hewlêr û Silêmaniyê bi awayekî modern û li gorî standardên navneteweyî ji nû ve were sêwirandin, bi armanca xurtkirina çanda baweriyê di navbera polîs û welatiyan de.
Divê bê gotin ku pêvajoya reformên polîsên neteweyî yên Kurdistanê (2026–2030) di bin çavdêriya Wezareta Karê Hundir de tê birêvebirin û ji aliyê Heyeta Şêwirmendan a Yekîtiya Ewropayê ve tê piştgirîkirin.







