Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara sepandina kêmkirineke mezin, heta 75%, di cezayên têkildarî derbasbûna vîza û rûniştina welatiyên biyanî de da.
Wezareta Navxweyî ragihand: Li gorî fermanê Riber Ehmed, wezîrê navxweyî, biryar hat dayîn ku di cezayên derengmayîna nûkirina vîza û rûniştina welatiyên biyanî de kêmkirina bi rêjeya 75% were sepandin.
Her wiha wezaretê ragihand: Li gorî fermana bi hejmara (32557) ku di dîroka 15 oktober 2026 de hatiye derxistin, welatiyên biyanî yên ku bi awayekî fermî û bi rêya vîzayê hatine Herêma Kurdistanê û ji ber her sedemekê nekariye vîzaya xwe dirêj bikin, an jî ew neguherandine rûniştinê, an rûniştina wan hebûye û qediyaye, heta dîroka 31 kanûna pêşîn 2026, heke serdana yek ji rêveberiyên rûniştinê bikin, tenê 25% ji tevahiya cezayên derengmayînê yên ku di rêbernameya bi hejmara (1 ya sala 2021) de hatine gotin, dê ji wan were standin.







