Wezareta Zanist û Perwerdehiya Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêgezek wezîrî, biryar da ku ji bo hemû astên xwendina paralel (şifta duyem) û şevê li zanîngehên Herêma Kurdistanê daxistina 45 ji sedî di xerca xwendinê de bike.
Li gorî vê rêgeza wezîrî ya ku bi îmzeya wezîrê Zanist û Perwerdehiya Bilind hatiye derxistin, ev biryar ji bo sala xwendinê (2026-2027) tê sepandin û hemû astên dîplomaya bilind, master û doktorayê digire nav xwe.
Ev biryar di çarçoveya pêkanîna bernameya karê kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo piştgiriya xwendekaran û kêmkirina barê darayî ji ser milên wan, hatiye girtin







